Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna baranê, ava li bendavên Çilaxa û Zaxîreyê yên kantona Cizîrê her ku diçe kêm dibe.
Kêmbûna avê dê bandoreke neyînî li jîngeh û çandiniya herêmê bike.
Derbarê vê yekê de Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Çilaxayê Cabir Ebdulezîz Silêman dibêje Komîteya Çandiniyê hin hewldan kirine; ji nû ve dar çandin, dora bendava Çilaxayê wek herêmeke parastî ragihand û li wir nêzî 600 dar çandin.
Ji ber kêmbûna ava bendavên Çilaxa û Zaxîreyê, li devera Aliyan ya bajarên Çilaxa û Zexîrê yên kantona Cizîrê metirsiyên li ser çandinî û jîngeha herêmê zêde dibin.
Di sala 1974’an de bendava Çilaxayê bi dirêjahiya 700 metre û firehiya 37 metreyan hate çêkirin, gola bendavê têra 10 milyon metrekab avê dike, çavkaniya golê ava baranê û kaniyên gundên derdorê ye.
Bendava Zaxîreyê di sala 1978’an de hatiye çêkirin, gola bendavê têra 23 milyon metrekab avê dike, çavkaniya golê ava baranê û ava kaniyên geliyê gundê Batirzanê ne.
Li derdora bendavan nêzî 5 hezar dar hatibûn çandin, lewma ew dever ji bo şêniyên herêmê bûbû cihê seyran û bêhnvedanê.
Lê ji ber birîna bêserûber, paşguhkirin û rewşa avhewayê darên wê deverê hişk bûn û ava golan jî zûtir kêm bû.
Ji ber kêmbûna baranê di zivistana sala 2025`an de û qutbûna ava kaniyên nêzî her du bendavan, asta ava bendava Çilaxayê daket 350 metreban ku rêjeya wê ya asayî 500 metrekab e.
Rêjeya ava bendava Zaxîreyê jî daket 500 metrekaban ku dibe di nava çend hefteyan de bi temamî ziwa bibe.
Ebdulezîz Silêman: Ziwabûna gola bendavê dê bandorê li pergala bendavê jî bike
Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Çilaxayê Cabir Ebdulezîz Silêman derbarê kêmbûna ava bendavan axivî û got:
“Her du bendav bingeha çandiniyê ya herêmêm ne.
Guhertina avhewayê, ziwabûna kaniyan, kêmbûna dar û şînkahiyê bûn sedema vê rewşa ku ber bi karesetê ve diçe.
Di sala 1990’î de ziwabûn wekî ya niha çêbû, lê bi saya baranê dîsa gol tijî av bû, lê niha ji ber kêmbûna bajarê û ziwabûna kaniyan, derfetên ku gol ziwa nebe, kêm in.”
Cabir Ebdulezîz Silêman destnîşan kir ku ziwabûna gola bendavê dê bandorê li pergala bendavê jî bike, ev yek jî dê dema lehiyek rabe, xeter be û wiha dawî li axaftina xwe anî:
Komîteya Çandiniyê hin hewldan kirine; ji nû ve dar çandin, dora bendava Çilaxayê wek herêmeke parastî ragihand û li wir nêzî 600 dar çandin.
Lê tevî vê jî pirsgirêk çareser nebûye û hewce dike ku hewldanên mezintir hebin da ku çavkaniyên avê bi temanî neqedin.



