Pisporê Navneteweyî Prof. Dr. Abbas Valî derbarê banga “Civaka Demokratîk û Aştiyê” û kongreya PKK’ê de nirxandin kir.
Prof. Dr. Abbas Valî diyar kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan ne heman tişt in û got:
Tekoşîna çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare pêk were.
Piştî banga ‘Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biryarên dîrokî wergirt.
Pisporê Navneteweyî Prof. Dr. Abbas Valî ku bi bi karên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdan deng vedaye, têkildarî mijarê axivî.
“Şert û mercên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn guherîn”
Prof. Dr. Valî işaret bi derbasdariya palpiştên Rêber Apo ên li ser rawstandina têkoşîna çekdarî kir û got:
“Têkoşîna çekdarî dikare demeke dirêj dewam bike; lê belê ne ji bo Kurdan ne jî ji bo dewleta Tirk bi kêr nayê.
Divê em vê ji bîr nekin, Şert û mercên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn guherîn û ev guherîn jî hin rewşan ferz dike.
Kurd di siyaseta sivîl û demokratîk de israr dike, lê dewleta Tirk li gorî ruhê pêvajoyê gavên guncaw neavêje.
Lê dewleta Tirk dixwaze çekanînê bike şertê pêşî yê ji bo destpêkirina danûstandinan.”
“Dewleta Tirk divê gavên şênber biavêje”
Prof. Dr. Abbas Valî anî ziman ku azadiya Rêber Apo jî di nav de çekdanîn divê bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî bin û got:
“Hincetên ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî rast in.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî ye.
Azadiya Ocalan û pêşîvvekirina li pêvajoya siyasî di nava van gavan de ne.
Ji aliyê siyasetê ve em niha di asteke nû ku tê de pêngavên dîplomatîk hene ,lewma pêwîstî bi danûstandineke nû û hîn bi bandor a bi dewletê re heye.
Divê ev dewlet di vê mijarê de bê îqnakirin ku çareseriyên erênî hilberîne.”



