Jinên efrînî diyar kirin ku sûcên li bajarên wan têne kirin li dijî qanûnên navneteweyî, pîvanên mirovî û peymanên mafên mirovan ne. Jinên koçber banga derxistina çeteyan ji Efrînê kir.
Bi navê jinên efrînî Erîfe Hebeş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de îşaret bi kuştina zarokê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo hat kirin û wekî berdewama sûcên dermirovî û binpêkirina qanûnên navneteweyî yê têkildarî parastina mafên zarokan hat binavkirin.
Di daxuyaniyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, Neteweyên Yekbû û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî hatin kirin ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.
Çeteyan ji Efrîn û herêmên din ên dagirkirî derxin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hatin kirin
“Herêma Efrînê bixin bin çavdêriya navneteweyî, vegera ewle ya koçberan a li warê wan di bin çavdêriya navneteweyî mîsoger bikin û binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.”



