Di çarçoveya proseya hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Ewlehiyê, Komîteya Penaberî û Penaberan a parlamentoya Iraqê de, komeke nû ya malbatên Iraqê ji kampa Holê derketin.
Ev kom ji 239 malbatên Iraqî (944 kes) pêk tê.
Kom bi çavdêrî û parastineke giran a ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, derbasî sînorê Iraqê bûn.
Ev gav, di çarçoveya xebatên vegerandina penaberên Iraqî yên li kampa Holê de, pêk tê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê ye.
Di kampê de 13 hezar penaberên Iraqê, 15 hezar koçberên Sûriyî,
Û nêzî 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hene.



