Şerê Îran û Îsraîlê didome di roja 11’an de ye. Şevê din jî Îsraîlê bi balafirên şer êriş pêk anîn.
Her diçe hejmara mirî û birîndaran jî zêde dibe.
Artêşa Îsraîlê ragihand şevê din li dijî baregeh û binesaziyên leşkerî yên li Kirmanşanê êriş pêk anîne.
Îsraîl: 15 balafirên şer êrişî navendên leşkerî ên li Kirmanşanê kir
Di daxuyaniyê de hate ragihandin zêdeyî 15 balafiran binket û deverên fuzeyên ku li dijî Îsraîlê tên bikaranîn, bombebarankirin.
Artêşê ragihand li tevahiya Îranê wan li dijî 6 balafirgehan jî êriş pêk anîne, 15 balafirên şer û helîkopter hatine îmhakirin.
Li aliyê din ji Yemenê jî li dijî Îsraîlê êrişên bi fuzeyan hatin kirin.
Li gorî medyaya Îranê fuzeya ku tê gotin ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin, ya Yemenê ye.
Rêxistina Mafên Mirovan: Li Îranê 950 kes di êrişên Îsraîlê de mirin
Rêxisitina Mafên Mirovan-HRANA ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê de heta niha 950 kes mirine û 3 hezar 450 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî eşkere kir ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê heta niha 430 kes mirine û 3 hezar 500 kes jî birîndar bûne.



