Şêniyên Şam û Siwêdayê qurbaniyên êrişa Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê bi rê û resmên olî oxir kirin.
Îro şêniyên bajarên Şam û Siwêdayê qurbaniyên êrişê bi merasîmeke heybet oxir kirin.
Li Dêra Selîb El Muqedes a taxa El Qesah a Şamê û li Dêra Qidîs Cawirciyos a gundê Xirba yê rojavayê Siwêdayê merasîmên oxirkirinê hatin lidarxistin.
Piştî merasîmên olî, hem li goristana Diwêla ya Şamê hem li goristana gundê Xirba ya Siwêdayê qurbanî di nava xemgîniyekê de hatin veşartin.



