Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî ragihand ku artêşa Tirk duh 76 caran gundên Amêdiyê topbaran kirin.
Di nav cihên hatine hedefgirtin de mizgeftek jî heye.
Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman têkildarî êrişê peyamek weşand û tê de got:
“Atêşa Tirk îro 76 caran gundên Amêdiyê yên Dêreşê, Girgaşê, Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê topbaran kirin.
Di nav cihên hatine topbarankirin de mizgefta gundê Dêreşê heye.”
Kameran Osman eşkere kir ku gelek donim zevî û dar hatin şewitandin.
Li kêlek vê Artêşa Tirk mizgefta Dêreşê jî topbaran kir û di encama êrişê de mizgeft şewitî.



