Partiyên siyasî wê di nava heftiyekê de pêşniyazên xwe yên têkildarî komisyonê pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin.
Piştî ku Kurtulmuş pêşnûmeyê ji partiyan re pêşkêş bike, wê komîsyon bê avakirin.
Ev komîsyon dê ji bo çareseriya pisgirêka gelê kurd wê were avakirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û serokwekîlên komên partiyên siyasî ji bo şopandina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, li Meclîsê ji bo avakirina komîsyonekê civiyan.
Civîna li Meclîsê bi tevlîbûna serokwekîlên komên AKP, MHP, DEM PARTI, CHP, ÎYÎ Partî û Yenî Yolê hat lidarxistin.
Di civînê de mijarên weke Rêznameya Navxweyî, kar û barên meclîsê hat nîqaş kirin.
Her wiha di civînê de li ser pêvajoyê wê komîsyon bê avakirin û wê kengê bê avakirin nirxandin hatin kirin.
Partiyên siyasî wê nêrînên xwe di çarçoveyekê de amade bikin û di nava heftiyekê de pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin.
Numan Kurtulmuş wê pêşniyaz û nêrînên partiyan li ber çavan bigre û pêşnûmeyekê pêşkêşî partiyan bike.
Li gorî heman nûçeyê, piştî van geşedanan komîsyon wê bi teqezî bê avakirin.
Lê belê dem û wextê komîsyonê ne diyar e.
Di heman demê wê ev komîsyon wê ji 35 endaman pêk bê.
Dê hewldanek mezin bê kirin ku her kes di komîsyonê de bê temsîlkirin û komîsyon bibe xwedî piralîparêz.
Her wiha ji bo partiyên siyasî yên koma wan di meclîsê de tune ne tevlî komîsyonê bibin .
DEM Partiyê: Divê ev komîsyon bi qanûnê bê avakirin
Di hevdîtinan de DEM Partiyê îsrar kir ku komîsyon divê wekî komîsyonekî pispor be, anku bi qanûnê bê avakirin.
Hin nûnerên partiyên siyasî jî diyar kirin ku komîsyon dikare rasterast bi înîsiyatîfa Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî bê avakirin .
Her wiha ji derveyî ÎYÎ Partî ti partiyek din li dijî avakirina komîsyonê helwestek neyînî nîşan neda.



