Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da.
Komîteyê bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.
Komîteyê diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn ne bi netew-dewletên ji karaktera faşîst, ne jî bi nêzîkariyên parçekirinê yên li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk dibe û got:
“Çareseriya yekane ya rast û encamgir çareseriya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiriye.
Di vê serdemê de xwedîderketina herî bi wate ya li Berxwedana Kerbela û Îmam Huseyîn xwedîderketina li çareseriya neteweya demokratîk e.
Lewma xwedîderketina li banga civaka demokratîk a Rêber Apo, esaswergirtina xeta neteweya demokratîk û meşandina têkoşîneke bi wate ya di vê oxirê de,
di serî de civata Elewî û Şîa wezîfe û berpirsyariya bingehîn a nasnameyên baweriyan û gelên Rojhilata Navîn e.
Baweriya Elewî jî tenê bi vê rêyê dikare hebûna xwe ewle bike û bibe xwedî şert û mercên jiyana azad a baweriya xwe.”
Komîteyê bang li Elewiyan, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.



