Li parlamentoya Fransayê, bi sernavê ‘Şertgiriyên aştî û demokrasiyê li Sûriye û Tirkiyeyê”, bi beşdariya kesayetên siyasî û çalakvanên mafên mirovan, konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de daxwaza rêveberiyeke nenavendî û edaleta pêvajoya veguhêz a berfireh hat kirin.
Îro li parlamentoya Fransayê li Parîsê bi sernavê “Şertgiriyên aştî û demokrasiyê li Sûriye û Tirkiyeyê” bi serkêşiya parlamenter Daniel Simonet û bi beşdariya kesayetên siyasetî, çalakvanên mafên mirovan û akademîsyenên ji Fransa, Sûriye û Tirkiyeyê, nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Elewî û Durzî, konferansek hat lidarxistin.
Konferans bi piştgiriya ‘Hevbendiya Eniya Gel a Nû’ û hin parlamenterên çepgir ên Fransayê hate lidarxistin û nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Fransayê Kerîm Qemer, nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafên mirovan tê de amade bûn. Di konferansê de rêbazên pêkanîna rêveberiyeke nenavendî ya berfireh li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Beşdaran wek bingeha pêkanîna lihevkirina neteweyî û mîsogeriya mafên wekheviyê ji bo tevahî sûriyeyiyan bêyî cudahî edaleta pêvajoya veguhêz pejirand.
Her wiha kesayetên nûnertiya pêkhateyên Elewî û Durzî dikin, di konferansê de axivîn û girîngî da hevkariya neteweyî ya berfireh.
Nûnerê Rêveberiya Xweser Kerîm Qemer jî diyar kir ku armanc ji konferansê dengê sûriyeyiyan bigihînin navendên biryardayînê yên Ewropayê û anî ziman ku armanca hevbeş avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk, laîk, pirreng û nenavendî ye.
Ev konferans, berdewama hewldanên Fransayê ye. Parîsê piştî hilweşîna rejîma Baasê konferansek di 12’yê Sibatê de li dar xist. Di heman demê de Fransa bangên xwe yên ji bo mîsogerkirina temsîliyeta Kurdan û pêkhateyên din didomîne.



