Komîteya Embar û Aşan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku mîqdara genimê ku ji destpêka mewsima çinînê ve ji cotkaran hatiye wergirtin, gihaştiye 115 hezar tonî.
Komîteya Embar û Aşan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê daxuyand ku heta niha 115 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin.
Komîteyê diyar kir ku proseya wergirtinê li tevahî navendên diyarkirî bi rêk û pêk bi rê ve diçe û li gel wê jî kamyonên genim ji tevahî deverên kantonê hîna derbasî navendên wergirtinê dibin.
Di daxuyaniya komîteyê de hat destnîşankirin ku navendên wergirtinê yên li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê testên kalîteyê û diyarkirina buhayan li gorî cureya genim pêk tînin.
Komîteya Embaran û Aşan a Kantona Cizîrê demeke berê ragihandibû ku ew amade ye li 8 navendan genim wergire ku proseyên anînê hêsan bike û barê cotkaran sivik bike.



