Şandeya Îmraliyê û Serokê Meclisa Tirkiyê Hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêşketinên dawiyê hatin nirxandin.
Hevdîtina Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Perwîn Bûldan û Mîthat Sancar, û Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş li meclisê pêk hat.
Piştî hevdîtinê Endamên Şandeya Îmraliyê daxuyanî dan.
Perwîn Bûldan: Em ê bi Erdogan, Bahçelî û Ozel re jî hevdîtinê bikin
Perwîn Bûldan diyar kir têkildarî pêvajoya aştiyê û pêşketinên di vê derbarê de wan niqaşkiriye û got,
“Hevdîtina me nîv seat dewam kir û baş derbas bû. Di rojên pêş de wê hevdîtinên me dewam bikin. Ji ber pêvajo heta qonaxekê hatiye. Girînge ku ev pêvajoya aştiyê li meclisê bê pêşxistin. Em ê di nava yek-du hefteyan de bi Serokkomar, Serokê MHP’ê û Serokê CHP’ê re hevdîtinan bikin. Piştî van hevdîtinan jî em ê serdana Îmraliyê bikin û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”
Mîthat Sancar: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê meclis bikeve dewrê
Mîthat Sancar jî diyar kir ji bo pêşdeçûna pêvajoyê divê meclis bikeve dewrê û wiha got,
“Gava vê ya herî girîng jî avakirina komîsyonê ye. Ev komîsyon piştî ku partiyên siyasî nêrînên xwe bidin wê rengê wê şênber bibe. Derbarê rola meclisê de serokê meclisê xwedî îrade ye û bi xwestek e.



