Yekîtiya Ewropa îro li hev civiyan û mijara Îsraîl û Xeze, şerê li Ûkrayna û pêkanînên cezayan ya li ser Rûsyayê hat niqaşkirin.
Hin endamên yekîtiyê xwestin di mijara Xezeyê de Yekîtiya Ewropa bikeve nava tevgerê û bertên tund yên siyasî nîşanî Îsraîlê bidin.
Îro 27 lîderên Yekîtiya Ewropa li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan.
Di civînê de rewşa li Rojhilata Navîn, şerê Rûsya û Ûkrayna, şerê Îsraîl û Hamasê û hin mijarên din hatin niqaşkirin.
Ev civîn 2 roj piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ku bi navbeynkariya Amerîkayê hat kirin, hate lidarxistin.
Di civînê de Spanya, Îrlanda û Slovenyayê ji Yekîtiya Ewropayê xwestin di mijara şerê li Xezayê bikeve nava tevgerê û berteke tund ya siyasî nîşanî Îsraîlê bide.



