Şerê Îran û Îsraîlê di 13’ê Hezîranê de dest pê kir û 12 rojan ajot. Piştî şer di 24’ê Hezîranê de agirbestek hat îlankirin.
Girêdayî şer li DYA nîqaş heye û tê gotin “gelo bi rastî jî bernameya nukleerî ya Îranê hat tinekirin an na?”
Her wiha, Trump eşkere kir ku rayedarên ji DYA û Îranê hefteya bê wê ji bo ku li ser bernameya nukleerî ya Tehranê nîqaş bikin li hev bicivin.
Dîrektorê CIA John Ratcliffe diyar kir ku êrîşên DYA “bi rengekî cidî zirar daye” tesîsên nukleerê yên Îranê û diyar kir ku bernameya nukleer a Tehranê “bi salan paşde daye vegerandin.
Beriya niha Serokê DYA Donald Trump anîbû ziman ku bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî hatiye tinekirin.
Piştre, raporeke îstixbaratê ya DYA eşkere bû û diyar kir ku zirara gihiştiyê “encax paşveçûneke bi qasî çend mehan bi xwe re aniye.”
Bi heman rengî Dîrektorê CIA John Ratcliffe jî piştrast kir ku tesîsên girîng hatine îmhakirin, lê belê, nikarîbû bigota bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Ratcliffe di daxuyaniya xwe de teqez kir ku agahiyên CIA “îstixbarateke nû digire nava xwe, ji çavkaniyeke rast û di warê dîrokî de pêbawer hatine girtin.
Li gorî vê hin tesîsên nukleer ên kilît ên Îranê hatine xerakirin û wê pêwîst bike ku di nava salan de ji nû ve werin avakirin.
Beriya vê bi rojekê ji saziyeke îstixbaratê ya girêdayî Pentagonê pêşnirxandinek gihiştibû derve.
Di vir de dihat îdîakirin ku pêkhateyên bingehîn ên bernameya nukleerî ya Îranê piştî bomberdûmana DYA jî xera nebûne.
Dîrektora Îstixbarata Neteweyî ya DYA Tulsî Gabbard jî piştgirî da daxuyaniya Trump a têkildarî xisara li tesîsên nukleerî yên Îranê bûye.
Gabbard di platforma X’ê de wiha got: “Heger Îranê bixwazibin ji nû ve ava bike, wê neçar bimînin tesîsa (Natanz, Fordo, Isfahan) ji nû ve ava bikin jî wê ev yek salan bixwe.”
Di navbera Îran û dya de muzakere ji nû ve dest pê dikin
Daxuyaniyên piştî agirbestê îşaretê bi muzakereyên nû dike.
Serokê DYA Donald Trump roja Çarşemê li bajarê Lahey ê Hollandayê têkildarî agirbestê axivî.
Li gorî vê, rayedarên ji DYA û Îranê hefteya bê wê ji bo ku li ser bernameya nukleerî ya Tehranê nîqaş bikin li hev bicivin.
Trump diyar kir ku ew dikarin li hev bikin û bernameya nukleerî sînordar bikin.
Nûnerê taybet ê Trump ê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî ji televîzyona CNBC re axivî.
Witkof got ji bo wan xeta sor ew e ku Îran ûranyûmê dewlemend bike û çeka nukleerî hilberîne.



