Kongra Star bi daxuyaniyekê êriş û binpêkirinên li dijî mezheba Elewî li deverên perava Sûriyê şermezar kir û tekez kir ku hevgirtina navneteweyî tekane rêye ji bo rawestandina tawanên rejîm û hêzên dagirker.
Kongra Star diyar kir ku binpêkirinên li ser bingeha mezhebî ku di çarçoveya “şerekî taybet” de tevdigerin, armanc dike ku tevna Sûriyê hilweşîn e.
Her wekî pişterast kir ku ew kiriyar êrişeke rasterast li ser mafê jiyan û rûmetê û êrîşeke li ser nirxên pirrengî û wekheviyê dibînin û dibêje:
“Li Sûriyê bêyî parastina her pêkhateyekî, aştî û demokrasîya rastîn çênabe.”
Kongra Star dawiyê, piştgiriya xwe bi gelê perava Suriyê re dubare kir û bang li hemû rêxistinên eleqedar kir ku li kêleka civaka Elewî li hember van sûcan bisekinin.



