Pêla girtin û êşkenceyê ya li Îranê ku piştî êrişên Îsraîlê destpê kir, berdewame.
Vê carê, bi hinceta sucên siyasî, li 4 welatiyên Baluç cezayê darvekirinê hatn birîn.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, ragihand ku 4 welatiyên xelkê Beluçistanê Şebexş, Ebdulxenî Şebexş, Ebdul-rehîm Qenber-zahî û Suleyman Şebexş ji aliyê Dadgeha Şoreşa Tehranê ve bi cezayê darvekirinê hatin dadgehkirin.
Hate diyarkirin ku her 4 welatî bi tometa ‘serhildan û avakirina komên dijî rejîma Îranê’ hatine dadgehkirin.
Rejîma Îranê cezayê 9 mehan girtîgeh li jinekê birî
Her wekî, heman rejîmê, li Jina bi navê Îlham Muîn ku dîzaynera cil û bergên şano û sînemayê ye, bi hinceta berhemanîn û belavkirinên torên civakî 9 meh cezayê girtîgehê lê biriye.



