Li zozanên herema Biradost di encama teqîna mayînekê de ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li zozanên Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê, di encama teqîna mayînekê de ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine standin, danê siharê li zozanên Seroke ya Deşta Hêrt ya dikeve Herêma Birodosta ya ser bi bajaroê Sîdekan ya girêdayî Hewlêrê, di encama teqîna mayînekê de, ciwanê bi navê Osman Sidîq (22) jiyana xwe ji dest daye.
Hate zanîn ku Osman Sidîq niştecihê gundê Xoran ya li zozanên Herêma Birodostê ye, cenazeyê Osman şandin tiba edlî ya Îdareya Soran.
Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Rêveberiya Saziya Mayînan ya Herêma Kurdistanê, ji serê salê heya niha, 10 kesan di encama teqîna mayînan de jiyana xwe jidest dane û 5 kes jî birîndar bûne.



