Li Şamê berpirsekî leşkerî yê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî dibistanekê ku tê de şahiyek lê dihat lidarxistin, kir.
Berpirs gef xwar ku eger şahî neyê rawestandin dê destwerdana çekdarî bê kirin.
Rêveberiya Dibistana Charles de Gaulle ya Fransî a li Şamê ji bo xwendekarên dibistana seretayî şahiyek li dar xist da ku dawiya sala xwendinê nîşan bide.
Li şahiyê xwendekar, dê û bavên wan û mamosteyên wan beşdar bibûn.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di dema şahiyê de berpirsê bendeke kontrolê yê Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Şêx Ebû Ebdulqadir derbasî dibistanê bû û xwestiye ku dengê muzîkê kêm bibe
Her wiha li gorî Çavdêriyê, berpirsê leşkerî gefa bikaranîna çekan xwar û got:
“Ew ê bombeyên destan bavêje nava dibistanê.”
Ev bûyer bû sedema tirseke mezin di nava xwendekaran û malbatên wan de.
Berpirsyarê leşkerî li derveyî dibistanê dengê xwendina Quranê bilind kir da ku şahiya dibistanê xerab bike.



