Daîreya Ragihandinê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza wekî êriş li dijî azadiya çapemeniyê bi nav kir û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku dimildest Hesen Zaza berde.
Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza de ya ji aliyê hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamevan Hesen hat şermezarkirin û hate gotin, rojnamevan Hesen Zaza bêyî tu biryarên qanûnî û dadwerî hatiye binçavkirin.
Daîreyê destnîşan kir ku binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza binpêkirina nirxên mirovî qanûn û pîvanên navneteweyî ye ku azadiya çapemeniyê û karê ragihandinê, diparêze.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevkar Hesen Zaza bi çalakiyên xwe yên parastina azadiya ragihandinê û ragihandina heqîqetê tê naskirin û wiha hate gotin “Binçavkirina wî binpêkirina danezana cîhanî ya mafên mirovan û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî ye ku azadiya nêrîn û derbirînê garantî dike. Di heman demê de li dijî madeya 19’an a vê peymanê ye ku tekeziyê li ser parastina mafê her mirovkî yê azadiya derbirînê û parvekirina nêrînan dike. ”
Daîreyê binçavkirina Hesen Zaza wekî êrişekê li dijî azadiya çapemeniyê bi nav kir û bang kir ku rojnamevan Hesen Zaza bi lez serbest were berdan. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî azadiya çapemeniyê û mafên mirovan û hemû rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin, zextê li rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bikin bila van kiryaran rawestînin.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de diyar ki ku dê mîsyona xwe ya parastina azadiya çapemeniyê û mafên gelan di wergirtina agahiyan de bidomîne û got: “Ev kiryar dê me ji berdewamiya karê me yê çapemenî yê azad û serbixwe paşde nexe.”



