Li Navenda Civaka Kurd a li paytexta Îngilistan Londonê ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd ve civîna gel hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê de got ku hêza herî girîng a Tevgera Azadiya Kurd meşa bi gel re ye.
Tevlîbûneke zêde ji bo civînê çêbû.
Nivîskar û Derhêner Îlham Bakir moderatoriya civînê kir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek weke axaftvan di civînê de cih girtin.
Hevserokê giştî yê DEM Partî: Hêza herî girîng tevgera bi gel re ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê de axivî û got:
Tevgera Kurd di siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn de dînamîkek girîng e.
Weke DEM Partî em ne tenê mafên Kurdan, em mafên Elewiyan, sosyalîstan, xwendekarên muxalîf, kedkar û hemû mexdûran diparêzin.”
Ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek jî di civînê de axivî û got:
Tevgera jinên Kurd li Londonê: Insiyatîfa pêvajoyê di destê Rêber Apo de ye
“Înîsiyatîfa pêvajoyê di destê Rêber Apo de ye.
Ev pêvajo divê di du astan de were nirxandin.
Li aliyekê Rêbertî bi dewleta Tirk re asta hiqûqî nîqaş dike, li aliyê din ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me jinan.
Divê em bi pêşengiya jinê aştî û civaka demokratîk ava bikin.”



