Xebartên şaredariyên herêmê pêkanîna plansaziya xwe ya 2025’an didomîne.
Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plansaziyan îsal de, dest bi qîrkirina rêya sereke kir.
Şaredariya Gel a bajarê Hesekê vê sibehê dest bi qonaxa yekemîn a qîrkirina rêya sereke ya taxa Xiwêran Şerqî ku 600 metrî dirêje û 16 metreyan fireh e, kir.
Di heman demê de hin kolanên şaxî yên taxê li gorî pêwîstiya wan tên qîrkirin.
Piştî bidawîbûna qîrkirinê li vir, şaredarî dê bikeve taxa Xiwêran Xerbî (Rojava).
Rêyeke sereke ya li gundewarên Girê Spî dê were asfaltkirin
https://hawarnews.com/kr/reyeke-sereke-ya-li-gundewaren-gire-spi-de-were-asfaltkirin
Li bajarokê El Cirin yê girêdayî bajarê Eyn Îsayê jî şarederiyê dest bi amadekariyên qîrkirina rêyeke sereke ya li gundewarê Rojavayê bajarê Girê Spî kiriye.
Rê 10 km dirêj e û dê çûnûhatina şêniyên bi dehan gundên herêmê hêsan bike.
Li kolanên Qamişlo xebata paqijkirinê destpêkir
Şaredariya Qamişloyê û Meclisa bajêr xebateke hevbeş a paqijkirina hin dever û kolanên bajêr daye destpêkirin.



