Şêniyên gundê Sihil ê Tirbespiyê ji bo çareserkirina pirsgireka kehrebeyê bi hevkarî xebat meşand û pirsgirêk çareser kir.
Gundiyan destpêkê komîteke ava kirin, ew komîte mal bi mal geriya û heqê panel û alavan din dan hev.
Her wiha malbatên ji gund ên li derveyî welat jî piştgirî dayê.
Gundiyan ev piroje dan meşandin ji ber buhaya mazota jenetoran ku di dema dawîn de pir biha bûbû.
Piraniya malên li gund bê av diman , ji ber vê biryar dan ku li şûna jeneratorê 60 panelên enerjiya rojê deynin.
Hevserokê Komîna Şehîd Dîrok a Sihilê Mihemed Sedîq Sêfo di vê çarçoveyê de axivî.
Mihemed Sedîq diyar kir ku wan bi şêwazê komînal av peyda kir.
Ev piroje ji gunda re pir başe û gelek bi fayde ye û got:
“Niha li gundên derdora me jî projeyên enerjiya rojê tê datînin.”



