Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêkanînên aborî yên li ser Sûriyê bi fermî radike.
Li gorî berdevka Qesra Spî Trump di vê mijarê de bîryarname îmzekiriye.
Derbarê mijarê de Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir Trump, bi armanca piştigiriya hikumeta nû ya Sûriyê re, wê derbarê rakirina pêkanînan de bîryarname îzmekiriye û diyar kir ku ev biryar bi armanca piştgirî, aramî û aştiya welat hate dayîn.
Karoline da zanîn wê hinek pêkanîn hê jî dewam bikin û got,
“Pêkanînên derbarê alîgirên Esed, kesên mafên mirovan binpêkirine, kesên bazirganiya hişbirê kirine, kesên têkiliya wan bi çalakiyên çekên kîmyewî re hene, DAIŞ û rêxistinên girêdayî wê û alîgirên Îranê wê dewam bike.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê di meha Gulana îsal de piştî hilweşandina rejima Esed soza rakirina pêkanînên li ser Sûriyê da bû.



