Nivîsgeha Avdanê ya kantona Reqayê diyar kir ku para nivîsgehê ji avê daketiye ji sedî 40. Nivîsgehê bang li cotkaran kir ku pabendî plana çandiniyê bin.
Têkildarê mijarê, hevserokê nivîsgeha Avdanê ya kantona Reqayê Mihemed Elî axivî .
Mihemed Elî diyar kir ku ji bo projeyên avdanê yên kantonê, tenê 70 metredam ji avê heye.
Ji wan 20 metredam av ji bo vexwarinê ye.
Dimîne 50 metredam jî dê ji bo 90 hezar hêktar zeviyên çandiniyê werin parvekirin.
Nivîsgeh: Divê cotkar pabendî plana çandiniyê bin
Elî da zanîn ku sedema vê kêmbûnê, kêmbûna rêjeya avê ya gola Firatê ye û got:
“Rêjeya avê ya golê 6 metre daketiye û ew jî ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye.
Sedemek din jî heye ew jî hişkesaliya îsal e.”
Elî bang li cotkaran kir ku li gorî plana çandiniyê ya Nivîsgehê tev bigerin.
Li gorî planê, ji bo pemboyan ji sedî 16 û ji bo sebzeyên havînê ji sedî 3 av hatiye veqetandin.



