Li gorî daneyên RojNewsê di meha Hezîrana 2025’an de li bajarên cuda yên Başurê Kurdistanê 3 jin hatine kuştin û 4 jinên parêzer jî di bin çavan de rastî tundiyê hatine.
Li gorî daneyên RojNewsê:
Di 2’ê Hezîranê de li Hewlêrê jineke ciwan bi awayekî biiguman jiyana xwe ji dest da. Tê îdîakirin ku xwe kuştiye.
Di 12’ê Hezîranê de li Dihokê, jineke ciwan ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin.
Di 22’yê Hezîranê de li Hewlêrê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku jina ciwan hatiye şewitandin û kuştin.
Her wiha di 24’ê Hezîranê de li Silêmaniyê 4 jinên parêzer ên muxalîf bêyî biryara binçavkirinê, hatine binçavkirin.
Hate ragihandin di dema binçavkirinê de rastî tundiya fîzîkî ya hêzên ewlehiyê hatine.
Li gorî daneyên RojNewsê di pênc mehên ewil ên sala 2025’an de li Herêma Kurdistanê 14 jin hatine kuştin, 10 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û 2 jin jî birîndar bûne.



