Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Em ê li dijî dewleta Tirk bersiva pêwîst bidin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan balafireke dewleta Tirk xistine xwarê. Her wiha Artêşa Niştimanî li ser bi giştî Terablusa paytext tevgera balafiran qedexe kir.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Lîwa Ehmed El-Mismarî ragihand ku balafireke Tirkî bêmirov piştî ku ji baregeha Miîtîqa rabû ji aliyê hêzên wan ve hat xistin.

Her wiha El-Mismarî li ser giştî Terablusê û bi taybet li ser Balafirxaneya Miîtîqayê, qedexeya tevgera balafiran ragihand.

El-Mismarî got:

Çi balafira ji Balafirxaneya Miîtîqayê rabe yan dakeve, wê bibe armac.

Beriya niha jî, Rêveberiya Balafirxaneya Miîtîqa a Navdewletî li Lîbyayê jî diyar kir ku ji ber çend top li balafirxaneyê ketine, çûnûhatina balafiran heya demeke ne diyar rawestiya.

BERDEVKÊ ARTÊŞA NIŞTIMANÎ:
EM Ê LI DIJÎ TIRKIYÊ BERSIVÊ BIDIN

Her wiha Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, El-Mismarî, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hejmarek ji çeteyên DAIŞ, Qaîda û Ixwanan derbasî Lîbyayê bûne û tê payîn ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine şandin.

El-Mismarî got: Ev tevgerên Tirkiyê dikevin, di bin palaneke metirsîdar de, ji bo wê jî wê Artêşa Niştimanî bersiva pêwîst bide.

Leave a Reply

Back to top button