Ofîsa Plankirin û Serjimariyê ya Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Sotemeniyê dest bi amadekirin û belavkirina kartên elektronîk ên belavkirina mazotê kir.
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê ji bo her malbatekê 300 lître mazota germkirinê bi buhayê 315 hezar lîreyan veqetandiye. Mazot dê bi rêya kartên elektronîk were belavkirin. Kart ji hêla komîteyên sotemeniyê ve li bajar û bajarokan bi hevkariya komînan dê werin belavkirin.
Hevserokê Ofîsa Plankirin û Serjimariyê ya Kantona Reqayê Xalid El Ebdela der barê mijarê got: “Me bi hevkariya Ofîsa Sotemeniyê, meclisên herêmî û komînan li kantona Reqayê dest bi amadekirina kartên mazota germkirinê kiriye. Me li gorî daneyên serjimariya sala 2024`an kar amade kirin. Di kartên nû de navên hevjînan hatine zêdekirin. Mazot jî dê bi rêya stasyonên belavkirina mazotê were belavkirin.”
Têkildarî malbatên ku navên wan di serjimariya 2024`nan de nehatine tomar kirin, El Ebdela got: “Mekanîzmayek hatiye danîn da ku ew kes bikarin bi rêya ofîsên nifûsê navên xwe tomar bikin.”
El Ebdela diyar kir ku niha mazot li xetên rojava û başûr ên gundewarên kantona Reqayê tê belavkirin.



