Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê roja yekşema bê, li gorî sîstemeke pêşketî, dest bi serfkirina fatûreyên genim bike.
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li cotkaran kir ku berî 10’ê Tîrmehê berhemên xwe bişînin navendên wergirtinê yên li kantonan.
Desteyê diyar kir ku heta niha 275 ton genim ji seranserî herêmê hatine wergirtin.
Der barê serfkirina pereyên genim de, desteyê diyar kir ku ew ê yekşema bê dest bi belavkirina pereyan bike.
Vê sibehê rêveberê kar û barên bankê ya Nivîsgeha Dirav û Dayînan Navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mecid El Ebo ji ajansa me re ragihand ku karmendên pispor ji bo belavkirina pereyên fatûreyên kirîna genim, amade ne.
Li gorî El Ebo, ji bo belavkirina pereyên fatûreyan tîmek pispor hatiye erkdarkirin da ku proseya belavkirinê bi rêk û pêk bimeşe.
Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 navendên belavkirinê hene: Dêrik, Qamişlo, Tebqa, Kobanê, Dêrazor, Reqa û Hesekê. Ev navend li gorî mekanîzmayên diyar hatine sazkirin da ku belavkirina fatûreyan bi rêk û pêk û bê pirsgirêk were pêkanîn.
El Ebo da zanîn ku demên belavkirina pereyên fatûreyan dê her hefte were diyarkirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal kîloya genim bi 42 sentan ji cotkaran kirîbû.



