Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê pêvajoya li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de nirxandin kir.
Mûstafa Karasû diyar kir ku Îsraîl û DYE ji Îranê pir bi hêrs in û wiha anî ziman: ”Armanca êrişan qelskirin û hilweşandina Îranê bû, ji bo ku Îran ji vê aloziyê xilas bibe, divê bingeha demokrasiyê li Îranê ava bibe û ew aştiyê bi civakê re pêk bîne”.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû behsa pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn û şerê di navbera Îran û Îsraîlê jî kir.
Mûstafa Karasû da zanîn ku ev bûyera Hamasê, êrîşa Hizbullahê ya li ser Îsraîlê, êrîşên Yemenê, di rastiyê de Îranê bi nezanî şaxê binê xwe birî û li xwe xist û got:
Li Rojhilata Navîn di demên dawî Hizbullah hat şikandin, Sûriye hilweşiya.
Hêzên wekîl westiyan û dora Îranê hat. Hem DYE û hem jî Îsraîl bi awayekî zelal nêzîkatiyek li hember Îranê nîşan didin ku “Hûn ê li pêşiya polîtîkayên me yên Rojhilata Navîn nebin asteng”.
Îsraîl ji Îranê pir bi hêrs e. DYE jî pir bi hêrs e.
Mûstafa Karasû: Armanc ji êrişan qelskirin û hilweşandina Îranê bû
Karasû anî ziman ku Îran heta radeyekê xwe dispêre Rojhilata Navîn, Asyayê û Rûsyayê û wiha domand:
Pozîsyona jeopolîtîk a Îranê ji bo Tirkiyê jî pir girîng e. Di aliyekî de dixwestin Îranê qels bikin.
Yanî ger ew pir pêve biçin, kaos û aloziya li Îranê wê ne li gorî berjewendiya wan be.
Nêzîkatiyek ku Îranek girêdayî wan be û di stratejiyên wan de rolek bilîze, heye.
Ger dewleta Îranê di vê mijarê de polîtîkayên afirîner dernexe holê, ger polîtîkayên ku xwe wê xurt dike dernexe holê, bê guman ew ê nikaribe vê rewşa heyî demek dirêj bidomîne.
Ev yek ji bo Tirkiyê jî derbasdar e.
Mûstafa Karasû: Divê bingeha demokratîk li tevahiya Îranê ava bibe
Mûstafa Karasû diyar kirk u piştî Îran dibe ku ji niha û pê ve wê rewş girantir bibe û got:
Çawa ku Rêber Apo niha li Bakur hewl dide bernameyek wisa pêşkêş bike, divê li Rojhilat jî bi bernameyek wisa ya li ser bingeha demokratîkbûnê li tevahiya Îranê,
Li ser bingeha jiyana azad û demokratîk a civakên etnîkî û olî yên cûda li tevahiya Îranê, ava bibe.
Dibe ku ji derve êrîş çêbibin. Tiştên din biqewimin.
Jixwe li Îranê ji ber ku sîstemek demokratîk a wisa nîne, demokrasiyek wisa nîne bi êrîşên derve re rû bi rû ye.
Êdî bêyî demokratîkbûnê, bêyî ku xwe bispêre hêza demokratîk a civaka xwe nikare bibe dij-emperyalîst.
Xweparastina herî mezin, çavkaniya berxwedanê ya herî mezin ew e ku bi çêkirina aştiyê bi civaka xwe re bibin sîstemek demokratîk.



