Li paytexta Sûriyê Şamê, bi taybetî li taxên ku piraniya nifûsê wan Kurd in wekî taxa Rukn el-Dîn û Zorava hejmarek ji kesayetên civakî, çalakvan û sivîl hatin girtin.
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê têkildarî zêdebûna girtina kurdan li Şamê daxuyaniyek da û fikarên xwe anîn ziman.
PYD dibêje, ev girtin bêyî zanîna sedeman tên kirin ku bi prensîbên edalet û mafên mirovan re, nakok e.
PYD got, girtina endam û berpirsên partiya wan, Ebdul Rehman Ferhan Ferhan, Omer Elî Kedro, Mihemed Nezîr Cemîl dûrî pîvanên exlaqî ne.
Ev binpêkirin, ji binpêkirinên dijî pêkhateyên gelê Sûriyê li herêmên din, ne cuda ye.
Ji ber wê, wek Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD, van kiryarên keyfî şermezar dikin û rayedarên li Şamê berpirsiyar dibînin.
Bi gotina PYD’ê Di demekê de ku em hewceyê yekîtî, hevgirtin û rêkeftinê ne, ev kiryar pêk tên.
PYD bang li rayedarên fermî yên li Şamê kir ku tavilê van polîtîkayên ewlehiyê yên xeternak rawestînin û hemû girtiyan serbest berdin.
Ev rêgeşiyên Ewlehiyê dijî kurdan, ji binpêkirinên li dijî pêkhatiyên din li herêmên din ne cuda ne û taybet li herêmên dagikirî.
Ku li wir bi sîstematîk operasyonên girtin, kuştin û binçavkirinê ji hêla alî û taybet komên “Hemzat” û “Amşat” û yên din ve têne meşandin.



