Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên heftane yên paqijiyê ji aliyê şaredarî û meclisan ve hatine destpêkirin.
Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî, jîngehî û paqijiya giştî de, şaredariyên gel, meclisên xwecih bi beşdariya girseyên mezin ên şêniyan û saziyên sivîl pêngavên paqijiyê dan destpêkirin.
Şaredariya Gel a Amûdê bi beşdariya endamên şaredariyê ji qada Jina Azad ve dest bi xebatên paqijkirinê kirin.
Beşdarên vê xebatê bi peyama “Paqijiya bajarê me berpirsyariya me hemûyan e” li kolanên şaxî yên Komîna Şehîd Cûma, Koma Şehîd Arîn û Komîna Şehîd Siyamend belav bûn û dest bi paqijkirinê kir.
Der barê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a Amûdê Ranya Şêxmûs bi bîr xist ku ev xebat li gorî biryara di 28’ê Hezîranê de hatibû dayîn hate destpêkirin ku her roja pêncşemê du saet ji bo xebatên paqijkirinê hatin veqetandin û got: “Armanc pêşxistina eleqeya bi jîngehê re, parastina estetîka bajêr û belavkirina hestê berpirsiyariya takekesî û koolektîf a li hember jîngehê ye.”
Ranyayê banga tevgeriyê li şêniyan kir û destnîşan kir ku paqijkirin ne tenê mîsyona şaredariyê ye.
Li Qamişloyê jî Meclisa Taxa Xerbî bi tevkariya Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û beşdariya mezin a şêniyan xebateke paqijiyê da destpêkirin.
Beşdaran bi tevkar kolanên taxê paqij kirin.
Ev xebat dê her roja pêncşemê were kirin.
Şaredariya Gel a Til Temirê ya kantona Cizîrê jî heman pêngaveke heftane ji bo paqijkirinê kolanên sereke, yên şaxî, deverên giştî, tax û bazarên bajar dan destpêkirin.
Xebat ji kolana Elaf û Kolana Şehîd Omer Baravî bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, endamên komînan û nûnerên partiyên siyasî dest pê kir.
Rêvebera Beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Meha El Mihemed anî ziman ku paqijî rûyê şaristanî yê bajar e û berpirsyariya her kesî ye.
Meha bang li şêniyan kir ku tevkar bin û çopê bê ser û ber neavêjin.
Li 3 bajaran xebatên paqijiyê
Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngavên heftane yên paqijiyê ji aliyê şaredarî û meclisan ve hatine destpêkirin.
Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî, jîngehî û paqijiya giştî de, şaredariyên gel, meclisên xwecih bi beşdariya girseyên mezin ên şêniyan û saziyên sivîl pêngavên paqijiyê dan destpêkirin.
Şaredariya Gel a Amûdê bi beşdariya endamên şaredariyê ji qada Jina Azad ve dest bi xebatên paqijkirinê kirin.
Beşdarên vê xebatê bi peyama “Paqijiya bajarê me berpirsyariya me hemûyan e” li kolanên şaxî yên Komîna Şehîd Cûma, Koma Şehîd Arîn û Komîna Şehîd Siyamend belav bûn û dest bi paqijkirinê kir.
Der barê mijarê de hevseroka Şaredariya Gel a Amûdê Ranya Şêxmûs bi bîr xist ku ev xebat li gorî biryara di 28’ê Hezîranê de hatibû dayîn hate destpêkirin ku her roja pêncşemê du saet ji bo xebatên paqijkirinê hatin veqetandin û got: “Armanc pêşxistina eleqeya bi jîngehê re, parastina estetîka bajêr û belavkirina hestê berpirsiyariya takekesî û koolektîf a li hember jîngehê ye.”
Ranyayê banga tevgeriyê li şêniyan kir û destnîşan kir ku paqijkirin ne tenê mîsyona şaredariyê ye.
Li Qamişloyê jî Meclisa Taxa Xerbî bi tevkariya Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û beşdariya mezin a şêniyan xebateke paqijiyê da destpêkirin. Beşdaran bi tevkar kolanên taxê paqij kirin.
Ev xebat dê her roja pêncşemê were kirin.
Şaredariya Gel a Til Temirê ya kantona Cizîrê jî heman pêngaveke heftane ji bo paqijkirinê kolanên sereke, yên şaxî, deverên giştî, tax û bazarên bajar dan destpêkirin.
Xebat ji kolana Elaf û Kolana Şehîd Omer Baravî bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, endamên komînan û nûnerên partiyên siyasî dest pê kir.
Rêvebera Beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Meha El Mihemed anî ziman ku paqijî rûyê şaristanî yê bajar e û berpirsyariya her kesî ye. Meha bang li şêniyan kir ku tevkar bin û çopê bê ser û ber neavêjin.



