Kuştin û binpêkirinên li dijî elewiyan zêde dibin û nasekinin.
Herî dawî kuştina 3 elewiyan li Hims û Şamê hat belgekirin.
2 ji wan hevjînên hev in.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan eşkere kir ku Lema Sarim û hevjînê wê Nebîl Xedûr ên ji Himsê hatin kuştin.
Li gor wê, herdu kesan ji ber diziya mala wan, gilî kirin.
Lê roja çarşemê herdu hatin binçavkirin û herî dawiyê cezaneyên wan li bajarê Himsê hatin dîtin.
https://t.me/vdcnsy/29507
Navenda Belgekirina Binpêkirinan her wiha da zanîn ku Îsam Hesen ê elewî yê bi eslê xwe ji Banyas e, li Mesakin Dîmas ê Şamê hat kuştin.
Li gor navendê, pêşî Hêzên Ewlehiya Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz bi ser mala wî de girtin û piştre ew kuştin.
Her wekî da zanîn ku di dema êrişa li ser malê, hevjîn û zarokên wî girêdan û ew revandin.



