Li Çiyayên Lazqiyê, ev roj in şewateke mezin çêbûye û daristanên wan dane ber xwe.
Tîmên Agirkujê yên Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz nikarin agir kontrol bikin û gund tên valakirin.
Li gundewarên Bakurê Lazqiyê agir gûr dibe.
Li gor agahiyan agir gihaştiye herêmên Qstel, Muaf, Keseb, Besît, Beyt Qesir, Firenleq û Zexirîn û derdora 100 hektar ji erdên çandiniyê û darên zeytûnan şewitîne.
Ji ber bilindbûna êgir, rewşên bêhinçikandinê di nava welatiyan de çêdibin.



