Piştî hilweşandina pir aktîf a li ser rêya M4, Şaredariya Gel a Til Temirê rêyeke alternatîf vedike.
Pira li rojavayê Til Temirê ya li ser rêya M4’ê ku gundewarên rojava û başûr bi hev ve girê dide, wek reheke sereke ya tevgera bazirganiyê di navbera bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat dîtin.
Pir di 13’ê Sibat îsal de ji ber birûskê hilweşiyabû. Li ser banga şêniyan Şaredariya Gel a Til Temirê bi daxuyaniyekê avakirina rêyek nû ya alternatîf ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, tîmên şaredariyê li beramberî pira rûxiyayî dest bi vekirina rêyeke alternatîf kir. Dirêjahiya rêyê 700 metre ye. Her wiha rê bi kevirên şikestî tê sererastkirin da ku wesayîtên sivik û navîn bikarin tê re derbas bibin.
Şaredariyê diyar kir ku xebatên çêkirina rê bi lez tên kirin da ku di demeke nêzîk de bikeve xizmetê. Her wiha aşkera kir ku rê dê bi awayekî demkî were bikaranîn ta pir were sererastkirin.
Şaredariyê destnîşan kir ku ji ber zirarên mezin, sererastkirina pirê dê demeke dirêj bigire.



