Bi armanca şîrovekirina biryara nû ya der barê xebatên komînan de, Meclisa Bajarê Til Temirê bi hevserok, endamên komînan, nûnerên saziyên civaka sivîl re civiya.
Civîn di heman demê de ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya diyarkirina her roja Şemiyê ji bo komînan de hat lidarxistin. Civîn li Xwaringeha Kinêr bi amadebûna bi dehan hevserok û endamên komînan û rêveberên saziyên civaka sivîl pêk hat.
Di civînê de hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê Ehmed Xeyder axivî. Heyder anî ziman ku pêdiviya qonaxa heyî bi tevkarî û berpirsyariyê heye û got, komîn kevirê bingehîn ê projeya neteweya demokratîk e.
Her wiha got “Divê komîn bibe nimuneya aktîf a Rêveberiya Xweser da ku berjewendiyên şêniyan werin bicihanî û projeya neteweya demokratîk were pêşxistin.”
Di civînê de biryara nû ya der barê xebatên komînan a li gorî rêgezên Hevpeyama Civakî de hat şîrovekirin.
Bal hat kişandin ser girîngiya pêşxistina xebata komînal, sazumaniya rêveberiyê, beşdariya jin û ciwanan û mîsogeriya temsîla tevahî pêkhateyan di komînan de.
Beşdaran rewşa komînên li Til Temirê, pirsigrêkên li pêşiya wan, di nav de jî kêmbûna derfetan nîqaş kirin.
Hate gotin, divê hemahengiya bi meclisa bajar û saziyên xizmetguzarî were zêdekirin û ji bo naskirina pirsgirêkên gel civînên asayî werin zêdekirin.
Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû, ji wan pêşniyaran: Ji bo hêsankirina mîsyonên xizmetguzarî û civakî yên komînan desteka lojîstîk were zêdekirin, ji bo nasandina endamên nû bi mekanîzmeya xebatê ya li hevpeymana nû ya civakî atolya werin lidarxistin, her wiha ji bo mîsogeriya şopandina pêkanîna biryarên komînan divê bernameyek were danîn.



