Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şer û pevçûnên li bakurê Xezayê de 5 leşkerên wê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û malbatên wan hatin agahdarkirin.
Artêşa Îsraîlê got, li gorî lêkolînên destpêkê yên artêşê, hin leşkerên duh derengî şevê di operasyona bejahî li bakurê Xezayê de ji ber teqîna bombeyeke li kêleka rê hatine kuştin.
Di dema hewldana rakirina birîndaran de 14 leşkerên din hatin gulebarankirin û birîndar bûn, ji wan rewşa 2 birîndaran giran e.



