Li Almaniyayê ciwanekî 27 salî pilan dikir êrişeke terorî pêk bîne, lê polîsên Alman ragihandin ku plan hate pûçkirin û bi operasyoneke taybet gumanbar hate binçavkirin.
Polîsên Alman di çarçoveya lêpirsîna plana êrişê de, li Rojavayê Almanyayê kesekî Bosnayî hate binçavkirin û lîgerîn li çend malan hate kirin.
Yekîneya mudaxileya taybet a polîsên Elman (SEK) di saetên sibehê de li herêma Essen û Dortmund bi operasyonekê kesekî gumanbar binçav kirin.
Hat zanîn ku gumanbar 27 salî ye.
Polîs û dozgeriyê, eşkere nekir ku êriş wê li kuderê û çawa pêk hatiba.
Hat diyarkirin ku têkildarî vê yekê lêpirsîn dewam dike.
Li gorî medyaya Alman, gumanbar perwerdeya leşkerî dîtiye.



