Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê, di çarçoveya plansaziya avakirina sîstemek bi rêkûpêk a ceyranê ya Rêveberiya Xweser de, heta niha 9 hezar û 700 saetên ceyranê li kargeh û malan bicîh kirine.
Desteya Enerjiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi armanca avakirina sîstemek bi rêkûpêk a ceyranê û pêşîgirtina bikaranîna fuzulî, di sala 2023’yan de projeya danîna saetên ceyranê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya plansaziyê de li tevahiya kantonan saetên ceyranê li kargeh û malan tên danîn.
Li Kantona Firatê jî ev xebat 1’ê Tîrmeha 2024’an hat destpêkirin û heta niha 9 hezar û 700 saetên ceyranê hatine danîn.
Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Cuman, têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û agahî dan.
Li gorî agahiyên Welîd Cuman, di çarçoveya sîstema nû de li her bajar û bajarokekê navendên (jêderên) ku ceyranê belav dikin tên danîn û heta niha 9 hezar û 70 saetên ceyranê li kargeh û malan hatine hatine danîn.
Li bajarê Kobanê ku tekane bajarê mezin ê kantonê ye, danîna 4 navendan hatiye plankirin û ji vana 3 hatine çêkirin, yek jî tê çêkirin. Ji bo gundewarên Kobanê jî 2 navendên belavkirina ceyranê tên amadekirin.
Bi çêkirina navendên belavkirinê re, li kargeh û malan jî dest bi danîna saetên ceyranê hat kirin.
Rêveberê Midûriyeta Ceyranê ya Kobanê Mihemed Şêxo jî da zanîn ku heta niha li Kobanê 2 hezar saet hatine danîn.
Mihemed Şêxo da zanîn ku ev projeke pir girîng e û got: “Ev dihêle ku hemû kes ji aliyê xwe ve lambayên xwe yên zêde vemirîne, tasarf bike û giranî li ser pergala ceyranê çênebe.”
Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Cuman anî ziman ku tê plankirin ku li bajarê Sirrinê 2 hezar saet werin danîn û ji vana hezar hatine bicîhkirin. Her wiha li Eyn Îsa jî dest bi danîna saetan hatiye kirin.



