Çandina çewênderê (silka şekir) li kantona Reqayê nêzî 13 salan e gelekî kêm bûye.
Niha jî li şûna wê cotkar çewênderên êm diçînin.
Pisporên çandiniyê dibêjin çandina çewênderên şekir jêdereke aborî ya girîng bû li herêmê û wiha anîn ziman:
”Çewênderê êm sûda wê ya çandiniyê ji bo peydakirina êmê pez û sewalan heye”.
Kantona Reqayê wek çavkanî û jêdera nan bû li Sûriyê û qadeke girîng a ji bo çandina berhemên stratejîk bû.
Lê îro di qada çandiniyê de guherînên mezin çêbûn, êdî li şûna çewêndera şekir ku pir dihate çandin, çewêndera êm tê çandin.
Çewênder, yan jî wekî ku li Reqayê tê binavkirin “şewender”, li kêleka genim û pembû yek ji berhemên çandiniyê yên girînge li kantona Reqayê.
Cotkarê bi navê Xelef El Ebdela yê ji bajarê Hezîma yê bakurê Reqayê, der barê rewşa çandina çewênderê de axivî û got:
Berê me bi piranî çewêndera şekir diçand. Ew çandiniyeke bisûd bû, ji her hektarê me nêzîkî 7 hezar dolar qezenc dikir, her wiha ji bo pir kesan derferên kar peyda dibûn.
Têkildarî sedemên kêmbûna çandina çewenderê de El Ebdela dibêje:
Sedema sereke wêrankirina kargeha şekir a li Reqayê ye.
Ji ber têkçûna çandina çewêndera şekir, ji 13 salan ve cotkarên herêmê berê xwe daye çandina çewêndera ji bo êmê pez û sewalan, lê qada çandina wê jî pir kêm e.
”Kargeha Şekir a Reqayê damara jiyana aborî ya herêmê”
Endezyarê elektrîkê yê berê li Kargeha Şekir a Reqayê Zekî Hisên ku ji destpêkê ve li kargehê dixebitî, behsa kargehê û girîngiya wê kir û wiha anî ziman:
Kargeha Şekir a Reqayê damara jiyana aborî ya herêmê bû.
Endezyar El Hisên tekez kir ku eger ev kargehên li herêmê bi taybet a şekir dîse were çêkirin dê sûdeke mezin bide jiyna aborê ya Reqayê.
Endezyarê çandiniyê Mistefa Ebduqader ê ji Reqayê diyar kir ku di sê salên borî de gelek cotkar berê xwe dane çandina çewênderê êm û diyar kir sûda wê çandiniyê ji bo peydakirina êmê pez û sewalan heye.
Ebdilqadir destnîşan kir ku eger çewênderê êm têkeve nava sistema xwarinê ya pez û sewalan dê dibe sedema zêdebûna hilberîna şîr û başkirina kalîteya goşt.



