Şêniyên taxa Kefer Sûsê ya Şamê li dijî biriyara 66’an daketina xwepêşandanek li dar xistinin.
Her wiha koçberkirin û destdanîna li ser malan bi tundî şermezarkirin û red kirin.
Biriya 66’an ku vedigere sala 2012’an wiha dibêje:
“Dviê gelek taxên paytextê mîna Meze, Kefer Sûse, Darya bi rêya projeyên Marota Sîtî û Pasîliya Sîtî ji nû ve werin birêxistinkirin naku avakirin.”
Ji tirsa koçberî û windakirina malan, şêniyên taxa Kefer Sûsê li ber Wezareta Dadê xwepêşindanek lidarxistin.
Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hember bandorên ji nû ve aktîvkirina biriyarê nîşan dan.
Bicihanîna biryarê, rastî pêleke nerazîbûnê hat û li aliyên têkildar tawan hatin kirin ku çareseriyeke adil ji mexdûran re nayê peydakirin.



