Li bajarê Reqayê, ji bo aktîv kirina rola ciwanan di pêşeroja Sûriyê civînek hat lidarxistin.
Ciwanên beşdarî civînê bûn bang li hikûmeta veguhêz kirin ku rêbazê rêjîma basê dûbare neke.
Civîn bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger yên bajarê Reqayê pêk hat.
Civîn bi durişmeya “Li ser sosyalîstê îsrarkirin, li ser mirovahiyê îsrarkirin” holeke şaredariya bajêr hat lidarxistin.
Ciwan û jinên ciwan ji kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdarî civînê bûn.
Di civînê rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û bandorên hilweşîna rejîma Baasê hat nirxandin.
Endama ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger, li ser hevdîtinên nûnerên Rêveberiya Xweser û hikûmeta vguhêz axivî û got:
“Pêwîst e hikûmeteke demokratîk bê avakirin ku tê de ma jinan, ciwan û pêkhatiyê Sûriyê werin misogerkirin.”
Ciwanên axivîn jî nerînên xwe anîn ziman û gotin:
“Ji bo ku Sûriye ji pirsgirêkên mezhebî û taîfî xilas bibe, projeya Rêveberiya Xweser a herî guncew e.”



