Têkildarî heman mijarê Şaredariya Gel ya Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de şaredariyê ragihand ku krîzeke rastîn ya ava vexwarinê li bajêr heye.
Her wekî sedemên wê û tedbîrên şaredariyê ji bo derbaskirira kirîzê eşkere kir.
Di sedemên kirêza avê de şaredariyê wiha got:
“Girtina avê ji aliyê dewleta Tirka dagirker hişt ku asta avê li Bendava Tişrîn kêm bibe.
Ev yek bû sedema qutbûna elektrîkê.
Di encamê de, elektrîk ji bo sektorên girîng, di nav de îstasyona pompkirina avê de, bê dabeşkirin.
-Tora avê ya Qamişlo di salên 1980’an de hate berfireh kirin.
Lê Îro nifûsa wê gihîştiye di navbera 1 mîlyonî û 800,000 de.
Ev bû sedema kêmbûna avê li torekê ku nikare daxwazan bicîh bîne.”
Her wiha şaredariyê destnîşan kir ku li gel van sedeman hin zemetiyên îdarî, sînordariya budçeyan û kêmbûna teknîsyenan jî heye.
Şardeariyê ragihand ku xebatên wan ji bo derbaskirna kirîza avê dewam dike û got:
Xebatên me ji bo kolandina 20 bîrên deryayî dewam dike, di dawiya Tebaxê de wê bikevin xizmetê.
Ji bo peydakirina sotemeniya jentorên avê me komîteyên dewrî erkdar kirin.
Me bajar li gorî rêjeya pompkirinê dabeş kir û ji bo wê têmek ji 4 kesan ava kir ku vekirin û girtina avê bi awayekî wek hev bê parvekirin.



