Li Swêdayê ku piraniya xelkê wê Durzî ne, di navbera komên çedar û eşîrên Bedewî de şer derket.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, di encama vî şerî de 37 kes hatine kuştin ku 2 ji wan zarok in.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê – SOHR diyar kir ku ji kesên hatine kuştin 27 ji wan Durzî ne û 10 kes jî Bedewî ne.
Navendê ragihand ku 50 kes jî birîndar bûne ku gelek ji wan zarok in.
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê da zanîn ku ji bo çareserkirina nakokiyan, rawestandina şer, misogerkirina ewlekariyê, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê, yekîneyên polîsan şandine herêmê û destwerdan kriine.
Wezaretê îdîa kir ku ev şer ji ber rageşiya beriya niha rû da.



