Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ragihand ku welatê wî di mijara bernameya nukleerî de dikare bi DYA’yê re danûstandinan bike, lê bi şertê ku careke din li dijî Îranê êriş neyên dubarekirin.
Ev daxuyanî di gotarekê de ku ji dîplomatên biyanî yên li Tehranê û di Financial Times de hatiye nivîsandin de cih girt.
Arakçî, şerta ku careke din êriş li ser Îranê dubare nebin danî û diyar kir ku êrîşên Îsraîl û Emerîkayê danûstandinan tevlihev dikin.
Arakçî got:
“Hilbijartin ya Emerîkayê ye. Emerîka dê dîplomasî bike yan dê bi berdewamî tevlî şerê hinekan bibe. Divê hilbijartina xwe bike.”
Arakçî, diyar kir ku hevkarî dê niha li gorî berjewendiyên neteweyî were meşandin.
Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, ragihand ku tesîsên nukleerî bi giranî zirar dîtine.
Netanyahu, îdia kir ku wan bernameya nukleerî ya Îranê 10 salan paşve xistine û got ku piştî têkçûna Hizbullahê Îranê giranî daye hilberîna çekên nukleerî.
Her wiha diyar kir ku Serokê Emerîkayê Donald Trump jî ev xetere dîtiye û bi Îsraîlê re li dijî dijminê hevpar polîtîkayeke serketina hevbeş pejirandiye.



