Li herêma Xarpêtê bi pileya 6.8 erd hejiya. Li gorî agahiyên despêkê li Xarpêt û Meletî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Xarpêta bakurê Kurdistanê bi pileya 6,8 erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên despêkê heta niha li Xarpêt û Malatiya 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Îro li gorî dema herêmê saet di 19:55 an de li bajarê Xarpêt a bakurê kurdistanê bi pileya 6,8 erhejek pêk hat.

Erdhej 6 km di bin erdê de rû da.

Li gorî agahiyên despêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

Bi derbasbûna demê re bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bû.

Li bajarê Xarpêt û Malatî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 553 kes jî birîndar bûn.

Ji ber rewşa giran ya birîndaran metirsî heye ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

Heta amadekirina nûçeyê li Xarpêtê xebatên derxistin 30 kesan ji bin xerabeyên xaniyan pêk dihat.

Erdheja ku li nîva tirkiyê xwe da hîskirin li bakur û rojhilatê Sûrî jî hate hîskirin.

Leave a Reply

Back to top button