Rûsya: Artêşa Sûrî du bajarok li Idlibê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihandin ku hêzên rejîmê li Idlibê du bjarok kontrlo kir û êrîşeke çeteyên dewleta Tirk li Helebê têk bir.

Navenda Lihevanînê ya Himêmîmê ku bi ser wezareta Parastina Rûsyayê vê bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîmê Sûrî bajarokê Semeke û Xûyîn El-Şeir li Idlibê kontrol kirin.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê li rojavayê Helebê jî, êrîşeke çeteyên dewleta Tirk têk bir.

Hat destnîşankirin ku derdora 70 çeteyên dewleta Tirk bi 4 erebeyên leşkerî êrîşî nuqteke rejîmê li herêma Binyamîn a Helebê kir.

ŞERÊ LI HELEBÊ
RÛSYA: REJÎMÊ ÊRÎŞEKE ÇETEYAN TÊK BIR Û 3 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Navenda Rûsî tekez kir ku rejîmê êrîş têk bir û çeteyên dewleta Tirk bi paş de vegeriyan.

Piştî vekişînê, çeteyan taxên sivîlan topbaran kirin û di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 22 jî birîndar bûn.

Her wiha ji hêzên rejîmê jî, 3 leşker hatin kuştin û 8 birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button