PYD’ê jî li ser şerê li Siwêdayê daxuyanî da.
PYD’ê got ku durî fitneyê bikevin û tevna Sûriyê biparêzin.
PYD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şerê li Siwêdayê nîşaneya fitneyek hindirîn e û tiştên rû didin, dikarin wekî destpêka şerekî navxweyî yê xeternak were hesibandin ku gefê li tevna Sûriyê dixwe.
PYD: Şerê li Siwêdayê rê li şerekî navxweyî vedike
PYD’ê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku bêyî cudahî hemû sivîlan biparêze û zimanê nefretê destnîşan kir ku zimanê kînê yê ji aliyê ragihandina girêdayî hikûmetê têne belavkirin, bidawî bike çimkî ev yek rewşê aloztir dike.
PYD: Em bang li hêzên niştîmanî dikin bûyeran rawestînin
PYD’ê bang li hemû hêzên niştîmanî û demokratîk yên Sûrî kir ku dimildest destwerdanê bikin û rê li ber vê fitneyê bigirin
PYD’ê di dawiyê de eşkere kir ku çareseriya aloziyê Sûriyê sîstema nenavendî û demokratîk e.



