Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi daxuyniyekê banga mezinkirina têkoşînê kirin û diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Apo ji bo pêkanîna civakeke demokratîk rêbazê têkoşînê guhert û pêşxistine.
Daxuyanî li hola Cezîrê ya taxa Şêxmeqsûdê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de meclisê banga Rêber Apo pîroz kir û got:
“Ji bo derbaskirina fikrê netewdewletê û avakirina aştiya civakî û meşandina siyaseta demokratîk bi gaveke girîng bi nav kir”.
Di daxuyaniyê de meclisê got ew girêdayî fikrê Rêber Abdullah Ocalan, parastina destkeftiyên şehîdan e û di heman demê bang li aliyê hikumeta Tirkiyeyê kir ku pabendî sozên xwe be û li gorî giyanê pêvajoyê bi hesasyiyet kar bike.
Di dawiyê de meclisê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, û şerên netewperestî rawestin, bang kir ku têkoşîn bê mezinkirin.



