Li Reqayê ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Mihemed Îbrahîm Hiso re sersaxî hat xwestin û soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şervanê QSD’ê Mihemed Îbrahîm Hiso yê ku 8’ê Kanûna 2024’an li Minbicê li ser erka xwe şehîd bûbû, konê sersaxiyê li pêşiya avahiya meclisê veda.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên Meclisa Giştî ya bajar, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û hêzên leşkerî herikîn bin kon û sersaxî da malbata şehîd Mihemed Hiso.
Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî. Îbrahîm di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîdan rêya rûmeta welat nîşan da. Fedakariyên wan rûmet û israrê didin avakirin.”
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Rîhab Himêdî jî bal kişand ser nirxên bilind ê şehadetê û da zanîn ku şehîdan bi fedakariyên xwe rûmeta welat parastin.
Endama Meclisa Gelan a Kantona Reqayê Zehra Şilaş jî banga şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” radestî malbata wî hat kirin.



