Hekem Xelo: Ocalan bi Netewa Demokratîk gel hişyar kir

Endamê Desteya Rûspiyên Eşîran Hekem Xelo diyar kir ku pirsgirêkên heyî bi fikrê rêber Ocalan çareser dibin, lewma dewleta Tirk bi tirs e.

Endamê Desteya Rûspiyên Eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûrî Hekem Xelo tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Ocalan şermezar kir.

Hekem Xelo diyar kir ku rêber Ocalan gelên Rojhilata Navîn hişyar kir û bi rêya Neteweya Demokratîk gel hişyarbûye.

Xelo anî ziman ku Ocalan ji bo mirovayî têdikoşe, lewma divê ji girtîgehê derkeve û di nava gelên herêmê de be.

Hekem Xelo teqez kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan pirsgirêkên civakê têne çareser kirin û wiha got:

“Fikirê rêbertî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê de, lewma dewleta Tirk ji serketina projeyê ditirse.

Dewleta Tirk ji ber siyaseta hikumeta AKP’ê roleke xerab dilîze û heke Rêbertî derveyî girtîgehê buna, ew ê planên APK’ê yên li dijî gelên herêmê têk biribûna.”

Back to top button